ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-07-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-07-2024
18 tîrmeh 2024   02:00

Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got “Em li ser şopa raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin.”

Rûspiyên êlên Ereban êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li êlên Ereban ên li Iraqê kir ku li hember êrişan bibin yek. Her wiha bang li Komkara Erebî kirin ku rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin û got PKK`ê ji bo gelê Sûriye û Iraqê fedakariyên mezin kirine.

Şêniyên Tirbespiyê piştgiriya berxwedana gerîla li hember êrişên qirkirinê û dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker kir û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kir.

Têgihîştina parastina cewherî bû encamek herî girîng a 12 salên Şoreşa 19’yê Tîrmehê. Bi vê feraseta ku bi berdêla 12 hezar û 301 şehîdan (jin û mêr) hatiye avakirin, îro hemû pêkhate jiyana hevpar ava dikin.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqa der barê artêşkirina dewleta Tirk ji hezar DAIŞˊiyan re û şandina wan li Başûrê Kurdistanê li Stadyûma bajêr daxuyaniyekê dide, saet 09:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo gerîlaya HPGˊê şehîd Çinar (Rûksan Amanos) li taxa Teali ya Hesekê merasîma xiyabî li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Firatê bi navê şehîd rojnameger Mistefa Mihemed di salvegera şehadeta wî li bajarê Eyn Îsayê ya kantona Firatê de bi beşdariya xelkê bajêr, hevrê û malbat şehîd nivîsgehekê vedike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Hesekê û bajarokê Til Birakê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Îbrahîm Îsmaîl El Hesen li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê vedişêrin, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameger, hevrê û malbata şehîdê rojnameger Mistefa Mihemed ê rojnamegerê kanala Ronahî TV di salvegera şehadeta wî de serdana gora wî li Goristana Şehîd Dicle ya kobanê dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiya îmzekirina pirtûka helbestvan û nivîskar Kemal Necim li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya salvegera Şoreşa 19ˊê Tîrmehê li gelek bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakî û şahî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)