‘Li dijî pêkanînên dewleta Îranê hevgirtin û yekitiya jinan faktorên bi hêz in’

Endamên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê got hevgirtina jinan û avakirina yekitiya rêxistinên jinan faktorên bi hêz in ku dikarin zextê li dewleta Îranê bikin da ku pêkanînên xwe yên li dijî jinan rawestîne.

‘Li dijî pêkanînên dewleta Îranê hevgirtin û yekitiya jinan faktorên bi hêz in’
17 tebax 2024   09:07
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Endamên Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Helebê Ferîde Mûsa têkildarî pêkanînên dewleta Îranê yên li dijî rojnamevan û çalakvanên jin ên di girtîgehan de axivîn.

Ferîde Mûsa anî ziman ku bi çi awayî dibe bila bibe divê li ber pêkanînên dewleta Îranê yên li dijî jinan bê girtin. Ferîde bang li jinan kir ku ji bo bidawîkirina kiryar û binpêkirinên desthilata Îranê yên li dijî jinan rola xwe bi awayekî bandor û çalakî bilîzin.

Ferîdeyê wiha domand: “Bidawîkirina van binpêkirinan bi xurtkirina hevgirtina jinan û avakirina yekitî û rêxistinên jinan, nêzîkirina nêrînên der barê dozên hevbeş de dibe.”

Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî Rojiyan Hisên got dewleteke mîna Îranê ku xwe wek dewleteke misilman diwesifîne, bi heqaretî nêzî jinan dibe û her tim rola wan biçûk dixe. Rojiyan destnîşan kir ku ev binpêkirin encama fikrê baviksalar ê desthilata Îranê nîşan dide.

Rojiyan biryara darvekirinê yên li dijî rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvana mafên jinan Şerîfe Muhemmedî wek "Tirsa desthilata Îranê ji îradeya jinên ku li hemberî siyaset û kiryarên dewletê disekinin" nirxand.

Rojiyan Hisên da zanîn ku ji bo rêgirtina li ber pêkanînên dewleta Îranê yên li dijî jinan divê komîteya belgekirina binpêkirinan were avakirin û got, divê zext li Îranê bê kirin da ku girtina jinan rawestîne.

(bb)

ANHA