ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-2-2025
16 sibat, 2025   02:00

Jinên ji bajarê Dêrikê banga bidawîkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û got ew heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedana xwe didomînin.

Malbata El Hasûd bawerî bi felsefeya neteweya demokratîk anîn û ji bo parastina nirxên şoreşê têkoşîna xwe didomînin. Ji malbatê dayika bi navê Fatma Sultan dibêje "Me ev rê hilbijartiye, ji bo ku em bigihêjin azadiya xwe.”

Bajarê Dêrezorê yê Sûriyeyê piştî rûxandina rejîma Esed jî hîna ne aram e û pêdiviyên jiyanê lê kêm in. Şêniyên bajêr dibêjin ku li bajêr û gundewarên wê xizanî û tevlihevî serdest e.

Di raporan de hat diyarkirin ku Misir ji ber pêşveçûna bilez a li Sûriyeyê bi hişyarî tev digere, her wiha çavdêr jî dibînin ku vexwendina Erebistana Siûdî ji Amerîkayê re ku beşdarî lûtkeyeke awarte bibe rola pêşeng a Siûdiyê ya ji bo hewldana bidawîkirina gelek dozan nîşan dide.

Xelkê bajarê Kobanê şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê û Qereqozaqê li Pakrewangeha Şehîd Dicle oxir dike, (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN