‛Vîna gelan rûbirûyî Komploya Navneteweyî ye’

Bi hezaran xelkê bajarên Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê yên kantona Cizîrê diyar kir ku vîna gelan rûbirûyî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

‛Vîna gelan rûbirûyî Komploya Navneteweyî ye’
‛Vîna gelan rûbirûyî Komploya Navneteweyî ye’
‛Vîna gelan rûbirûyî Komploya Navneteweyî ye’
‛Vîna gelan rûbirûyî Komploya Navneteweyî ye’
‛Vîna gelan rûbirûyî Komploya Navneteweyî ye’
‛Vîna gelan rûbirûyî Komploya Navneteweyî ye’
‛Vîna gelan rûbirûyî Komploya Navneteweyî ye’
‛Vîna gelan rûbirûyî Komploya Navneteweyî ye’
‛Vîna gelan rûbirûyî Komploya Navneteweyî ye’
15 sibat, 2025   23:15
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê bi boneya salvegera 26‛an a Komploya Navneteweyî çalakiyeke protestoyî li dar xist û got ew heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pabendî têkoşînê ne û wê roja reş vegerînin roja azadî û serkeftinê.

‛VÎNA GELAN RÛBIRÛYÎ KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YE’

Şêniyên ji her sê bajaran li qada bajarê Dirbêsiyê kom bûn, qad bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.

JI GIRTÎGEHÊ BER BI QADA AZADIYÊ VE

Girêdayî mijarê hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got 26 sal ji berxwedana fikrî û têkoşînê girtîgeha Îmraliyê veguherand qada berxwedanê û têkbirina planên mêtingeriyê.

‛ÇARESERÎ BI AZADIYA RÊBERTÎ PÊKAN E’

Li aliyekî din jî endamê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Rustem Bekir diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de çareseriyên bingehîn ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re peşkeş kirin, lê dewletên kapîtalîst ew paşguh kirin, ji lew re kriz û şer dewam dikin.

Bekir wiha domand: "Piştî têkoşîna gelen azad û şervanên li çiyayên Kurdistanê hêzên herêmî û navneteweyî zanîn ku çareserî di vegera li fikra neteweya demokratik a ku Rêbertî peşkeş kiriye de, ye."

Çalakî bi diruşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.

(fr)

ANHA