ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 – 07 – 2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 – 07 – 2026
16 tîrmeh, 2026   02:00

14 sal di ser Şoreşa 19`ê Tîrmehê re derbas bûn. Tecrubeyek didome û sînorê şerê leşkerî derbas kir, şûna şer û pevçûnan projeya civaka demokratîk, birêxistinkirin û hevkariya hemû pêkhateyan bêyî ku werin paşguhkirin, pêşkêş kir. Şoreşê dest bi pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî û qanûnî kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Girkê Legê diyar kir ku parastina navên bajar û gundan ên bi kurdî ji bo parastina dîrok û nasnameya herêmê girîng e. Şêniyan diyar kir ku ew napejirînin ku siyasetên erebkirinê yên rejîma Baasê dubare bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Gel a Qamişloyê diyar kir ku ew ê di dawiya meha Tîrmehê de pirsgirêka çopê li taxa Cûdî çareser bikin û ew niha amadekariya cihekî nû dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Bexçeyê Kewser çavkaniya aboriya wê ye, rojane li bexçe dinêre û çanda herêmê ya çandiniyê diparêze. BI WÊNE Û DÎMEN

Dibistana tekwandoyê ya Girke Legê 6 caran xelat wergirtin û li ser asta Sûriyeyê bû 3`yemîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Kampanyaya paqijiya giştî ya ku ji aliyê Meclîsa Bajarê Til Temirê ve bi hekaria Şaredariya Gel hatiye destpêkirin, berdewam dike. 09.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Mamosteyên li Hesekê li ber avahiya Rêveberiya Perwerdeyêji bo daxwaza dayîna mûçeyan xwepêşandanekê li dar dixin. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star û Tevgera Jinên Ciwan der barê rola jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de li Bexçeyê Xwendinê li Qamişlo semînerkê li dar dixin. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Meclîsa Malbatên Şehîdan li Dêrikê merasîmek bîranînê ji bo 260 şehîdên ku di dem û dîrokên cûda de şehîd bûne li dar dixe. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li Qamişlo merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mihemed El Ebdo (Egîd Efrîn), merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan li dar dixe. BI WÊNE Û DÎMEN 18.00

Şêniyên Til Temirê li ser rêya navneteweyî ya M4 xwepêşandanekê li dar dixin û daxwaza baştirkirina şert û mercên jiyanê û kêmkirina bihayê bikin. 18.00 BI WÊNE Û DÎMEN