ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-2-2025
15 sibat, 2025   02:00

Di tevahiya sala 2024'an de ji Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên din 3 hezar û 886 parêzer û her wiha bi dehan rêxistinên hiqûqî û yên mafên mirovan, li dijî sîstema îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê û ji bo Rêber Abdullah Ocalan ketin nava hewldanan. BI WÊNE

Li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê nêzî 7 hezar malbatên koçber ên ji Efrîn û Şehbayê ji alîkariyên mirovî yên navneteweyî bê par in. Meclisa taxê û Weqfa Jina Azad li gorî derfetên xwe alîkarî pêşkêş dikin, lê dîsa jî alîkarî têrê nakin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîrên Helebê destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê ya dagirker nas kiriye ku ji her demekê zêdetir binketin û hilweşînê jiyan dike, ji ber wê jî ew xwe wiha nîşan dide ku êdî helwesta xwe ya li hemberî pirsgirêka Kurd guherandiye. Lê di heman demê de ew li dijî Kurdan berê xwe dide rêbazên leşkerî. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a Çilaxayê ji bo zêdekirina qadên hêşîn, şitilgehekê ava dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li bajarê Kobanê xwepêşandanekê li dar dixin (11.00). Her wiha li bajarê Reqa xwepêşandan saet (11.30) û li gundewarê rojavayê Dêrazorê jî seet (12.00) des pê dike. 

Li kantona Cizîrê insyatîfa  gel, li kêleka stadyuma şehîdan 12`ê Adarê çalakiyekê li dar dixe (12.00), çalakiya bajarê Dêrikê li navenda Ciwanên Şorerşger see 12.00 tê lidarxistin. Li Girkê Legê li qada Şehîda Xebat (12.00)  li bajarê Hesekê li meydana Elhuriye (12.00) li Dirbêziyê, Til Temir û zergan (13.00).

Li kantona Tebqa çalakî li taxa yekem saet (11.00) destpê dike. BI WÊNE Û DÎMEN