Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin

Polîsan bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girt û bombeyên gazê bikar anîn. Polîsan di serdegirtinê de rojnameger binçav kirin û tabloya deynên quyûm daxistin xwarê.

Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
15 sibat, 2025   08:00
 NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê ya bakûrê Kurdstanê Abdullah Zeydan hat birîn li şaredariyê çalakiya nobedê hat lidarxistin. 

Di roja 5’emîn a çalakiya nobedê de saet 04:00’an de bi sedan polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Çalakvanan deriyên şaredariyê ji polîsan re girtin, polîsan bombeyên gazê avêtin şaredariyê,  derî û pencereyên avahiyê şikandin.

Polîsan di nav de siyasetmedar û gelek rojnamevan binçav  kirin.