Hêzên Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê dan

Hêzên Îsraîlê qadên çandiniyê yên gundê El Esbeh ê Quneytrayê bi obîsan topbaran kirin.

Hêzên Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê dan
14 mijdar, 2026   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê vê êvarî qadên çandiniyê yên rojhilatê gundê El Esbeh ê Quneytrayê bi obîsên giran topbaran kirin.

Agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.

Li gorî SOHR‘ê, hêzên Îsraîlê ji destpêka 2026‘an ve 7 êrişên hewayî û 112 êrişên bejahî li dijî Sûriyeyê pêk anîne. Di encamê de bi kêmanî 17 kes hatin kuştin û derdora 13 hedefan (depoyên çekan, navendên leşkerî û erebe) derbe xwarin.