ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-11-2023
15 mijdar 2023   02:00

Hiqûqnasê Misrî û endamê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî der barê çalakiyên cîhanî yên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de li dar dikevin wiha got: “Ji seranserî cîhanê gelek kesayet û alî tev li pêngavê bûne. Ev jî bandora mezin û çalak a pêngavê xuya kir. Teqez bi serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan, dê aştî li Rojhilata Navîn pêk were.” (BI WÊNE)

Li Hesekê ji bo piştgiriya pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin, di çalakiyê de beşdaran got: "Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her tiştî bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbata şehîd Orhan Miho ya ji Kobanê destnîşan kir ku rayedarên Tirk bi balkişandina ser Xezayê di daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê de, hewl didin ku sûcên xwe yên li herêmê veşêrin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî sererastkirinê muzexaneya Reqayê ji nû ve deriyên xwe vekirin û ji eslê 8 hezar parçeyên şûnwarî ku di muzexaneyê de bûn 880 parçe hatin vegerandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şerê li Xezayê bandor li rewşa gelek welatên herêmî kir. Di nav de Lîbya heye. Ji dema şer dest pê kiriye ve, aloziya Lîbyayê ji rojevê dûr ket û axaftina li ser lidarxistina hilbijartinan ku civata navneteweyî dixwaze dawiya vê salê li dar bixe, ji holê rabûn. (BI WÊNE)

Analîzvanê siyasî yê ji Misirê Îlham El MIlîcî got bingeha pirsgirêka ku dihêle şerê Filistîn-Îsraîlê bê çareserî berdewam bike, xwespartina Hemas û Îsraîlê bingeha olî ye. Li gor El Milîcî ev bingeh dê aloziyê kûrtir bike û bihêle heta nifşên bê berdewam bike. El Milîcî got çareserî, neteweya demokratîk e. (BI WÊNE)

Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan li Dêrazorê panelekê bi dirûşma “Felsefeya neteweya demokratîk, ji bo çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn modela herî guncew e” li hola civînan a Meclisa Rêveber a Dêrazorê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Sûriyeyê Kombûna Jinên Êlan bi dirûşma “Rola civakî ya jinan di nav êlan de” komxebatek li Seyrangeha El Erd El Seîde ya Reqayê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Herêma Şerqiye ya Dêrazorê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Hesekê tev li çalakiya konvedanê dibin ku li Hesekê di çarçoveya Pêngava Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Cîhanî de dest pê kiriye saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê de Kongra Star a Herêma Firatê li navenda TEV-DEM`ê ya Kobanê semînerkê li dar dixe û şanoyekê pêşan dide saet di 10:00`an. Her wiha di heman çarçoveyê de Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê  ya Qamişloyê semînerekê li dar dixe saet di 12:00`an de û Kongra Star jî civînekê li navçeya Til Hemîsê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê Minbicê ji bo şermezakirina êrişa li dijî navendên tevgerê ya li Minbicê meşekê li dar dixe saet di 13:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê şahiya îmzekirina pirtûka “Bi çavekî cuda Ehmed Xanê” ya nivîskar Diyar Bohtî li parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar dixe saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)