rayedarekî Amerîkî: 7 kes di êrişên hewayî yên li Sûriyeyê de hatin kuştin

Rayedarekî Amerîkî destnîşan kir ku DYA′yê texmîn kir ku di êrişên wê yên hewayî yên roja yekşemê li dijî komên girêdayî Îranê li Sûriyeyê de 7 kes hatin kuştin.

rayedarekî Amerîkî: 7 kes di êrişên hewayî yên li Sûriyeyê de hatin kuştin
14 mijdar, 2023   22:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Amerîkî destnîşan kir ku di êrişên hewayî yên li dijî avahiyeke perwerdê ya li nêzî Bokemalê yê li rojhilatê Dêrazorê yê Sûriyeyê de hin kes hatin kuştin, her wiha kesekî din jî li nêzî Meyadînê hate kuştin.

Ev cara yekê ye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) destnîşan dike ku di êrişên wê yên hewayî yên dawî li dijî komên girêdayî Îranê de hin kes hatine kuştin. DYA′yê wan koman bi pêkanîna êrişan li dijî baregehên wê li Iraq û Sûriyeyê tawanbar dike.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin îhtîmal e welatê wî derbeyên zêde li dijî komên girêdayî Îranê pêk bîne, ger êrişên xwe li dijî hêzên Amerîka li Iraqê û Sûriyeyê nesekinandin.

(mh)