Li Herêma Kesk ya Bexda teqînek xurt pêk hat

Beriya çend kêliyan li taxa Kerada ya Bexda ku nêzîkî Herêma Kesk a bi ewle ye teqînek pêk hat.

Li Herêma Kesk ya Bexda teqînek xurt pêk hat
14 mijdar, 2023   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Kerada ya paytext Bexdayê ku dikeve nêzîkî Herêma Kesk teqînek pêk hat lê heta niha der barê ziyanên teqînê de agahî nehatin bidestxistin.

Weke tê zanîn li devera ku teqîn lê pêk hatiye gelek balyozxane û nûnertiyên welatan lê hene. Bi taybetî jî balyozxaneya Amerîka li Herêma Kesk ya Bexdayê ye.