ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-09-2026
15 îlon, 2026   02:00

Şahida Berxwedana Kobanê Edla Bekir behsa berxwedana li hember êrişên DAIŞ`ê yên beriya 12 salan kir; bîranînên ku çawa jin û dayik li kêleka şervanan rawestiyan ku hişt rûyekî nû bi navê berxwedanê ji bo herêmê bê neqişandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Helbestvanan biryara Wezareta Perwerdeyê ya der barê bi zimanê kurdî de red kir û got biryar vegera li serdema rejîma Baasê û yekkrengiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên Sûriyeyî ji ber bilindbûna bihayên sotemenî, amûrên germkirinê û kêmbûna hêza kirînê rûbirûyê zivistaneke dijwar dimînin. Malbatên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekem zivistana xwe bêyî piştgiriya sotemeniyê ya mîna berê wê derbas bikin.

3 gotinên ku bûn sembola serhildanan “Jin, Jiyan, Azadî” ku ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan şîn bûn, bi destê Şîrîn Elemhûlî li ser dîwarê Girtîgeha Evîn hatin nivîsîn û bi qetilkirina Jîna Emînî re belavî cîhanê bûn. Bi pêvajoya nû ya Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin re jî bûne sembola xeteke nû ya têkoşînê.

Serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Fîras Qesas got pêdiviya Sûriyeyê bi sîstema demokratîk a nenavendî heye, garantiya mafên hemwelatiyan bide û sûriyeyî bi hev re herêmên xwe bi rê ve bibin.

Siyasetmedaran got, divê rê neyê dayîn ku şehîdxistina Sîpan Hiznî ji bo derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de û astengkirina peymana 29‘ê Çileyê were bikarnaîn. Siyasetmedaran xwestin qatilên şehîd Sîpan li gorî qanûnê werin muhasebekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa PYD‘ê ya bajarê Til Temirê bi boneya salvegera 23‘an a damezirandina partiyê civînekê li avahiya Akademiya Civaka Demokratîk li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Qamişloyê bi armanca şermezarkirina zêdekirina buhayên sotemeniyê meşekê li dar dixin, meş ji çerxerêya Sonî dest pê dike, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bi armanca şermezarkirina biryara wezareta perwerdeyê ya der sînordarkirina zimanê kurdî, Kongra Star li bajarê Til Temirê daxuyaniyekê dide, saet 09.00‘an. Xwepêşandana xelkê Dêrikê jî di roja 6‘an de dewam dike. Xwendekar û şêniyên gundê Çaxir Bazar ê Amûdê daxuyaniyekê didin. Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê daxuyaniyê didin, saet 10.00‘an. Meclisa bajarê Dirbêsiyê daxuyaniyekê dide, saet 12.00‘an, Şêniyên Til Temirê xwepêşandanekê li ser rêya M4 li dar dixin, saet 18.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)