ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 – 9 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 – 9 – 2024
13 îlon, 2024   02:00

Komeke xwendinê ku ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve li Qamişloyê hatiye avakirin, parêznameya Rêber Abdullah Ocalan a ‘Sosyolojiya Azadiyê’ dixwîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku desthilata Tirk a dagirker sîstema îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran kiriye. Her wiha wan diyar kir ku pêwîst e li hemberî wê asta têkoşînê were bilindkirin û fikrên Rêber Abdullah Ocalan werin belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Necî Selemê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ji bo şikandina berxwedana gel û valakirina herêmê ne. Her wiha diyar kir ku bi berxwedan û têkoşîna gel dê herêmên dagirkirî bên rizgarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Nivîskar û rojnamevan Cemîl Reşîd diyar kir ku diyalog û tifaqa navxweyî wê li ber destwerdanên derve bigirin û ji xebatên jinûve avakirina Sûriyeyê ve dê pirsgirêkên aborî jî çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Lêkolerê komên îslamî Munîr Edîb diyar kir ku nêzîkbûna Tirkiye - Misrê ji ber hevbeşbûna armanc û berjewendiyên Sîsî û Erdogan e. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiyeyê dev ji Îxwan Muslimîn bernedaye lê wê taktîkên xwe guhartine. Edîb hişyarî da ku metirsiya Îxwan Muslimîn ku Tirkiye piştgiriya wan dike, bi dawî nebûye û nabe. (BI WÊNE)

 Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê 1'emîn Mîhrîcana Çandî – Gera Helbestan li dar xist. Mîhrîcan ê 3 rojan bidome û saet di 17:30'an de li parka Xwendinê ya Qamişlo dest pê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Turnuvaya taykwandu ya li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola werzîşê ya Meclisa Werzîşê ya bajarê Qamişlo dest pê dike, saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)