Şêniyên Girkê Legê banga bilindkirina asta têkoşînê kir

Şêniyên Girkê Legê di civîneke gelêrî de teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê li hemberî sîstema êşkence û qirkirinê da.

Şêniyên Girkê Legê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
Şêniyên Girkê Legê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
Şêniyên Girkê Legê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
Şêniyên Girkê Legê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
Şêniyên Girkê Legê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
Şêniyên Girkê Legê banga bilindkirina asta têkoşînê kir
12 îlon, 2024   23:44
QAMIŞLO

Civîn ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve li navnda Yekitiya Karkeran a bajarê Girkê Legê hat lidarxistin. Tê de bi dehan şêniyên herêmê, nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di serî de endama PYD'ê Zêneb Murad li ser sedemên hedefgirtina fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê pergalên kapîtalîzm ve axivî û got: "Dewletên kapîtalîst siyasetên qirêj li herêmê didin meşandin, armanca wan jî têkbirina tevgera azadiya Kurdistanê ye."

 Zêneb Murae wiha domand: "Desthilata Tirk a dagirker sîstema êşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran kiriye da ku îradeya gelê me têk bibe. Lê belê pêwist e em ji her tiştî re amade bin û nehêlin kes me ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe."

Zêneb Murad diyar kir ku desthilata Tirk a dagirker naxwaze gel bibe yek ji ber wê ew li dijî wî êrişan pêk tîne.

 Di dawiya axaftina xwe de bang li beşdaran û gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê kir ku asta têkoşînê bilind bikin.

(mh)

ANHA