ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13- 3 – 2025
13 adar, 2025   02:00

Şêniyên Til Birakê ya kantona Cizîrê piştgiriya xwe ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û ev bang wekerêya bidawîkirina aloziyan, avakirina aştî, azadî û demokrasiyê û çareserkirina krîzan pênase kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Şehîd Mihyedîn Omer (65) di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bendava Tişrînê de şehîd bû û bû nimûneyê fedakarî û vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên ku berê xwe daye Bendavê Tişrînê, banga yekitiyê kir û destnîşan kir ku ew ê heta raswestandina êrişan berxwedana xwe dewam bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarokê Hewayic ê bajarê Şihêl ê kantona Dêrazor bi çandina sebzeyên sera (malên blastîkî) tê naskirin. Ev cûre dihêle sebze ne di dema wan a normal de li sûkan bên peydakirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên kampa Girê Spî peyama di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û desthilata Şamê de erênî nirxand û hêvî kir ku bibe egera vegera koçberan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Til Koçerê cenazeyên şervanên QSD’ê şehîd Mihemed El Ferec û Ehmed Xalid li goristana şehîdan a Til Koçerê defin dike, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSD’ê Umran Hol (Ferhan Wêso El Hemod) li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê defin dike, (11:00). Bİ WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk li bajarê hesekê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê der barê sûcên li dijî taîfeya Elewî ya li perava Sûriyeyê daxuyaniyan didin, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo nûkirina yekîneyeke pispor di şêwirmendiya ewlehî û birêvebirina metirsiyan de, ji bo parastina rojnamevanên Sûriyeyî ava dike, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Sibe yekemîn agirê Newrozê li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şorşeger a Sûriyeyê li bajarê Dêrikê tê pêxistin, (20:00). BI WÊNE Û DÎMEN