Îmaratê û Ewropayê peymana QSD û Şamê pêşwaz kir

Îmaratê bi daxuyaniyekê peymana di navbera QSD û desthilata Şamê de bi erênî pêşwazî kir û diyar kir ku ew gaveke girîng ber bi geşkirina yekitiya niştîmanî ve ye. Girêdayî wê jî Yekitiya Ewropayê destnîşan kir ku ev peyman rê li ber xurtkirina aramiyê û misogerkirina pêşerojeke baştir ji bo Sûriyeyî vedike.

Îmaratê û Ewropayê peymana QSD û Şamê pêşwaz kir
12 adar, 2025   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê bi daxuyaniyekê peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin pêşwazî kir û hêvî kir ku ev peyman bi xwe re aştî û aramiyê ji herêmê re bîne û yekitiya niştîmanî û jiyana hevbeş a li Sûriyeyê bide rûniştandin.

Wezaretê piştgiriya Îmaratê ya ji bo aramiya Sûriyeyê û serweriya wê ya li ser seranserî xaka Sûriyeyê dubare kir.

Girêdayî wê Yekitiya Ewropayê (YE) jî ev peyman bi erênî pêşwazî kir û amadebûna xwe ya pêşkêşkirina alîkariyê ji bo pêkanîna bendên peymanê ragihand.

Yekitiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev peyman dê rêyê li ber xurtkirina aramiyê û misogerkirina pêşerojeke baştir ji bo gelê Sûriyeyê veke.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li hemberî vê peymanê helwestên erênî li ser asta dewletên rojava û yên Ereban hatin nîşandan.

(mh/fr)