ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-12-2024
12 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên Qamişloyê yên ji pêkhateyên cuda got "Divê em hemû destê xwe bidin hev, çalakiyên cur bi cur pêk bînin û bi şev û roj bixebitin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi dest bixin.”

Şêniyên kantona Dêrazorê hewldanên derxistina fîtneyan di nav pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de red kirin û got pêwîst e bi QSDˋê re hevgirtin were xurtkirin û ji bo avakirina Sûriyeyeke yekgirtî diyaloga were destpêkirin.

Tiştên ku koçberek, derbarê pêkanînên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de dibêje, porê mirovan qij dike, pirsa “mirovatî li ku maye?” dide kirin.

Ji rêveberên Xweseriya Demokratîk Hemdan El Ebid û Elî Heco bang li gelê herêmê kir ku nekeve dehfika propagandayên dijber û got "Em bi hêvî ne ku hikumeteke derbasbûnê, destûr û hilbijartinên azad pêk bên.”

Jinên ji Dêrikê destnîşan kir ku ew her tim ji bo parastina xaka xwe amade ne û li hemberî şerê qirkirinê banga xurtkirina yekitiya neteweyî kir.

Meclisa Gelan a kantona Cizîrê rûniştina xwe ya asayî ya 16ˋemîn li hola wezareta perwerdê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şandeyeke Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê serdana koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên li navendan dike. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê li gundê Filistîn Xerbî sersaxiyê didie malbata şervana QSDˋê Elaa Hesen El Selomî. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê cenazeyên 4 şehîdên hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî li goristana şehîdên Suryan-Asûrî yên li bajêr defin dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişlo û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSDˋê şehîd Ebdulmelêk Kenaş li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan defin dike. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN