Şêniyên Dêrazorê piştgirî da QSD'ê

Şêniyên kantona Dêrazorê hewldanên derxistina fîtneyan di nav pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de red kirin û got pêwîst e bi QSDˋê re hevgirtin were xurtkirin û ji bo avakirina Sûriyeyeke yekgirtî diyaloga were destpêkirin.

Şêniyên Dêrazorê piştgirî da QSD'ê
12 kanûn, 2024   06:10
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Hemwextî geşedanên dawîn ên Sûriyeyê û kiryarên leşkerî yên Heyet Tehrîr El Şam ên li dijî hêzên rejîma Sûriyeyê, hin sîxur û şaneyên veşartî hewl didin bi rêya platformên medayayên civakî û bi rêya koman, fîtneyê di nav pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxin, bi taybetî jî di nava pêkhateyên Kurd û Ereb de.

Şêniyên kantona Dêrazorê ji ajansa me re diyar kir ku armanca wan kesan ew e ku fitneyê derxistin, aramî û ewlehiya herêmê têk bibin.

Welatiyê bi navê Sair El Rebîi yê ji bajarê Hecînê yê rojhilatê kantonê Dêrazorê axivî û got: "Em van fitneyan di nav pêkhateyên Sûriyeyê de red dikin û bang li her kesî dikin ku hevgirtina xwe xurt bikin û sermiyana giştî ya ku bi saya fedakariya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin."

Welatiyê ji bajarokê Hewamê yê rojhilatê Dêrazorê Cabir El Feysel nerazîbûna xwe li hemberî fîtneyan û parçekirinên eşîrî û nijadî nîşan da û got: "Em ji bo parastina yekbûna gel û xaka Sûriyeyê re bi diyalogê re ne."

El Feysel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ku di encamê de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûn, şermezar kirin.

Welatiya bi navê Sefa El Carih a ji bajarokê Baxoz jî hewldanên çeteyan ên derxistina fîtneyê û têkbirina aramî û ewlehiya herêmê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re nîşan da.

Sefa El Carih destnîşan kir ku armanca wan koman talanî û derxistina fîtneyê ye û got: "Em bi QSD'ê û diyaloga aştiyane ya yekkirina Sûriyeyê re ne."

(mh/fr)

ANHA