ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-2-2025
11 sibat, 2025   02:00

"Pirsgirêka min a herî girîng ew bû ku ez bidim fêhmkirin ev komplo ji şexsê min û Kurdan bêhtir li dijî Tirkan e. Şêweyê radestkirina min û niyeta kesên di vê de rol girtin, ne bi dawîkirina teorê û çareserî bû, dixwestin bingehê şerekî sedsaleke din dewam bike, kûr bikin. Komploya wan a li hemberî min ji bo vê niyeta wan firsendeke îdeal dida.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li Kantona Cizîrê Hesen Şero destnîşan kir ku wan ji bo rêgirtina li ber siyasetên qirkirinê û dagirkirina herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker tevlî seferberiyê bûn ji bo beştarê QSD`ê bibin.

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û bi armanca azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê 15`ê Sibatê li bajarên Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê mitîngên navendî werin lidarxistin.

Leyla Weşûkanî diyar kir ku Sorxwîn û Azadî du hevrê û fermandarên dilsozên Rêber Abdullah Ocalan bûn û got “Heval Sorxwîn û Azadî di tevahiya têkoşîna xwe de dixwest kar û xebata rêxistinê bi serketî bînin cih.”

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asta nîjadperestiya wê ya li hemberî netewe û pêkhateyên din dema ku mafên xwe dixwazin, nîşan dide.

Dewleta Tirk pêvajoyeke ku em ê navê pêşvebûna Îmraliyê lê bikin, daye destpêkirin. Divê di serî bê gotin ku ev yek ji ber hewcedariyê pêk hatiye. Rêveberiyeke dewletê heye ku nîvê dîroka sedsalî ya komarê bi şerê li dijî PKK'ê borandiye. Di van serdeman de carinan koalisyon lê bi giştî hikumetên muhafazakar ên rastgir desthilatdar bûn. Hikumetên rastgir ên muhafazakar şerekî giran li dijî PKK'ê meşand û hem kirin ku Tirkiye bibe cihekî ku mirov nekare lê bijî, hem jî wan xwe xilas kir.

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bendava Tişrînê karwanek ji şêniyên bajarê Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê yên kantona Cizîrê berê xwe didin bendavê, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Kampa Erîşa ya kantona Cizîrê 58 malbatên ku ji 305 kesan pêk tê ber bi malên wan ên li herêmên Dêrazorê ve dişîne, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Lêkolînên Ol û Baweriyan a Kongreya Îslama Demokratîk bi sernavê  "Azadiya nêrînê û baweriyê û rola rewşenbîr di Sûriyeya nû de" li navenda xwe ya li taxa Xelîc a Qamişloyê panelekê li dar dixe, (10:30) .BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Dêrik, Girê Legê û Çilaxa cenazeyê şehîd Lewend Girkê Legê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dîrik defin dike, (10:00), her wiha li gundê Gundikê Şelal a gundewarê Çilaxa şênî sersaxiyê didin malbata şehîd, (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan sersaxiyê didin malbatên şervanên QSDˋê şehîd Zana Qamişlo û Reşo Qamişlo û Welat Idrîs, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêveberiya Abdullah Ocalan, li bajarê Tirbespiyê civîneke girseyî li hola Nivîsgeha PYDˋê li dar dikeve, (10:00), her wiha Meclisa Giştî ya Kantona Reqayê li hola Mişwar civînekê li dar dixe, (11:00), ciwanên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji pêş navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê meşekê li dar dixin, (18:00), di heman demê de Meclisa Ciwanên PYDˋê ya Helebê der barê Komploya Navneteweyî li pêş Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê daxuyaniyekê dide, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo gerîlaya HPGˋê Delal Botan (Roksan Derwêş) a ku di 25ˋê Tebaxa 2024ˋan li Heftanînê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî merasîmekê li dar dixe, (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN