Balafirên şer gundên başûrê Kobanê bombebaran kirin

Beriya çend kêliyan balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê bombebaran kirin.

Balafirên şer gundên başûrê Kobanê bombebaran kirin
10 sibat, 2025   23:15
KOBANÊ

 Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, beriya çend kêliyan balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Melhe, Qesix û Til Eloş ên derdora bajarê Sirînê bombebaran kirin. Lê tu agahî der barê windahiyan de bi dest neketin.

Hemwextî wê, dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de ji baregehên xwe yên leşkerî derdora pira Qereqozaqê ya ku 30 kîlometre dikeve başûrê bajarê Kobanê topbaran dike.

(fr)