ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-08-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-08-2024
11 tebax 2024   02:00

Hiqûqnasan diyar kir ku dewleta Tirk girtîgeha Îmraliyê kiriye herêmeke leşkerî da ku nehêle parêzer serdanê bikin û rewşa qanûnî û tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan nas bikin. Her wiha destnîşan kir ku dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan derqanûnî ye û li dijî destûra Tirkiyeyê ye jî.

Rûspiyên qebîleya El Igêdat êrişên çekdarên "Dîfa Watanî" û hêzên hikumeta Şamê yên li dijî Dêrazorê şermezar kirin û destnîşan kir ku ew li pişta QSD`ê ne ku li hember êrişan disekine û parastina welat dike.

Nivîskarê sûriyeyî Hassan Yûnis got li hember xetereya Tirkiyeyê divê Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê hin gavan biavêjin ji bo ku baweriya xwe bi hev xurt bikin û fikarên xwe li ser maseyê gotûbêj bikin.

Endamê MSD`ê Mihemed El Hesen got biryara dadgeriya Iraqê ya li dijî hêzên siyasî, neheqî ye. El Hesen destnîşan kir ku armanca PDK`ê ew e ku "Başûrê Kurdistanê bixe nav axa mîrektiya Osmanî."

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de diyar kir ku hikumeta Şamê bi rêya "lihevhatinan" hewl dide ji çareseriya siyasî bireve. Rojnameyan biryara dadgeriya Iraqê ya girtina partiyên siyasî jî wek xelatkirina dewleta Tirk nirxand.

Xelkê bajarokê Baxozê ji bo şermezarkirina êrişên çekdarên koma Dîfa El Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê meşekê li dar dixe, li bajarê Şedadê xelkê bajêr meşekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. Her wiha xelkê bajarê Kobanê ji Qada Jina Azad heta bi Çerxerêya Aştiyê meşekê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziyên Rêveberiya Xweser, şêx û rûspiyên eşîran, Hevgirtina Al El Beyt, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partiyên siyasî û xelkê kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên li dijî rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyeke hevbeş didin, li bajarê Sirînê yê kantona Firatê saet 10:00ˊan, daxuyaniyek tê dayîn, li kantona Minbicê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyaniyek dide, li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê şêx û rûspiyên eşîran li pêş Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi diruşma ˊRêxistina Civaka Demokratîk misogeriya azadî, edalet û wekheviyêˊ kongreya xwe ya 5ˊemîn li hola Serdem a Hesekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiyên siyasî li Helebê der barê şewitandina daran li bajarê Efrînê yê dagirkirî li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê daxuayaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)