ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-06-2026
1 hezîran, 2026   02:00

- Parêzer Delîl Enter, mîsogerkirina mafên Kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyeyê di destûrê de wekî gaveke girîng ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pirreng bi nav û got, naskirina mafên çandî, siyasî û neteweyî yên Kurdan zerarê nade mafên pêkhateyên din. BI WÊNE Û DÎMEN

- Piştî ku Tirkiye bi derengî agahî da aliyê Sûriyeyê û deriyên bendavê vekir, li Dêrazor û Reqayê felaketeke mezin qewimî. Li gorî jimareyên fermî, di vê felaketê de 2 hezar û 400 malbat rasterast bandor bûn û 7 hezar donim erd di bin avê de man. Dema ku mezinahiya vê felaketê ya li herêmê tê berçav girtin, tê nirxandin ku qasiya zirar û windahiyan ji jimareyên hatine ragihandin gelek zêdetir e.

- Bi hatina biharê re û piştî ku ba germ dibe û giya li çolan şîn dibe, xwedyên keriyên pez li devera Aliyan a gundewarê Çilaxa ji bo keryên xwe li çêriyê digerin û pezên xwe derdixin bihariyê. BI WÊNE Û DÎMEN

- Krîza elektrîkê li bajarê Hesekê her ku diçe xirabtir dibe, ziyanên mezin li tora elektrîkê bûne û trans û xetên elektrîkê jî hatine dizîn. Daîreya elektrîkê diyar kir ku herêm hewceyê 550 megawat e, lê tenê 50 ji wan tên dabînkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Sîham Baco û hevala wê hewl didin ku bi vekirina kafeyeke taybetî ji bo jinan li Girkê Legê, ji bo jin û keçên ciwan hawîrdorek rehet û ewle peyda bikin. Ev kafe bûye cihekî bêhnvedanê ji bo jinên li bajêr. BI WÊNE Û DÎMEN

- Jinên ji bajarê Qamişloyê piştevaniya xwe ji YPJˊê re nîşan da û got, "Şervanên YPJˊê xwişk û keçên me ne. YPJˊê hebûn û hêza me ye." BI WÊNE Û DÎMEN

- Cotkarên bajarê Til Temirê dest bi çinîna kemûnê kir, di demekê de ku hilberîn ji ber baranên giran di qonaxa kulîlkbûnê de kêm bûye. Ev yek ji bo cotkaran ziyan çêkiriye û ew neçar kirine ku piştgirî û tezmînatê bixwazin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Agirî Hesekê (Qeys Şefîq Ehmed) li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir defin dike, saet 09.30ˊan. BI WÊEN Û DÎMEN

- Partiya Yekitiya Suryanî bi sernavê "Mafên çandî yên gelê Suryan-Asûrî...rewş, astengî û asoyên parastinê" rûniştineke diyalogê li Qamişloyê li dar dixe, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Navenda Xabûrê ya Çand û Hunerê bi navê "Mar" şanoyekê li Navenda Hîlala Zêrîn a Hesekê pêşkêş dike, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Til Temirê ji bo pêşdeçûnên siyasî li hola Kinêr civînekê li dar dixe, saet 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Bi daxwaza serbestberdana dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê girtîn e, Çerxerêya Jina Azad a bajarê Amûdê çalakiyek tê organîzekirin, saet 20.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN