Ehmed El Şeri û Trump bi telefonê axivîn

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri bi telefonê bi serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî.

Ehmed El Şeri û Trump bi telefonê axivîn
31 gulan, 2026   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Sûriyeyê îro di daxuyaniyekê de diyar kir ku serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri bi telefonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî. Di axaftinê de Ehmed El Şeri destnîşan kir ku rakirina sizayên mayî gaveke girîng e ji bo ku aboriya Sûriyeyê baş bibe, şert û mercên jiyanê yên welatiyan baştir bike û veberhênanê teşwîq bike.

Li gorî daxuyaniyê, Trump eleqeya xwe ya ji bo şopandina pêşketinên li Sûriyeyê û herêmê nîşan da û girîngiya piştgiriya pêvajoya başbûn û jinûve avakirinê û parastina aramiya navxweyî tekez kir.

Di dawiya pêwendiyê de, her du aliyan bal kişand ser girîngiya berdewama tensîq û şêwirmendiyê ya têkiladrî mijarên berjewendiya hevpar, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên her du welatan bike û beşdarî xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê bibe.

(fr)