ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-04-2024
Şaredariya Gel a Çilaxayê gelek proje pêk anîn. Ji projeyên sereke yên ku hatine pêkanîn; ronîkirina rêyan, firehkirina torên avê û yên kanalîzasyonê û danîna peykerê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şaredariya Gel a Tebqayê ji bo peydakirina derfetên kar ji welatiyan re û pêşxistina aboriyê 18 dikanan ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Piştî baranên ku cotyar û welatî keyfxweş kirin, li Kantona Cizîrê rengên buharê derketin pêş. Zeviyên çandinî, gulên reng û reng, zarokên di nava giha de winda bûne û siwarên keyfa buharê derdixînin, xemlek daye herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Xetkar Hisên El Elî bi xetkêşiyê (xweşnivîs) vê hunerê hem diparêz e, hem jî, ji nifşê nû vediguhezîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Xelkê bajar û herêman di sibeha cejnê de berê xwe didin goristanên şehîdan. (BI WÊNE Û DÎMEN)