QSDˊê bi peyamekê cejna Remezanê pîroz kir
Fermandariya Giştî ya QSDˊê cejna Remezanê li malbatên şehîdan, şervanan û neteweya îslamê pîroz kir û bang li hemû aliyan kir ku ji bo çareserkirina krîza welat xwe bispêrin zimanê diyalog, hezkirin û lêborînê.
Bi boneya cejna Remezanê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) peyama pîrozbahiyê da.
Di peyamê de wiha hate gotin:
"Bi boneyê em cejna Remezanê li malbatên şehîdan û şervanên li eniyên berxwedan û rûmetê, tevahî xelkê me û neteweya îslamî pîroz dikin. Em bi hêvî ne tevahî rojên cejn di ewlehiya ku hêzên me li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyda kiriye de, derbas be.
Bi vê boneyê em bang li tevahî aliyên Sûriyeyê dikin ku ji bo çareserkirina krîza welatê me xwe bispêrin zimanê diyalog, biratî, hezkirin û lêborînê. Em bi hêvî ne ewlehî û aştî li tevahî Sûriyeyê misoger be."
(fr)