ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1- 5 – 2025
1 gulan, 2025   02:00

Sekreterê Partiya Yekitiya Demokrata Kurd li Sûriyê (YEKITÎ) Mihyedîn Şêx Alî "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" bi dîrokî bi nav kir û got, "Ev konferans ji bo gihandina yekformê û yekkirina xîtaba tevgera siyasî ya Kurdî, nîqaşkirina Kurd li Sûriyeyê çi dixwazin û dikarin çi bikin, hat lidarxistin."

Karkerên bajarê Reqayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêvî dikin ku jîngeha xebatê geştir bibe û jêhatiyên pîşeyî werin bipêşxistin, ku derfetên kar ên mayînde û jiyaneke birûmet pêk bînin, da ku siberojeke pîşeyî ya îstîqrartir û geştir misoger bikin.

Di roja 1’ê Gulanê de cîhan Roja Karkerên Cîhanê pîroz dike, ku bîranîna serhildana Chicago ya sala 1886`an e, dema ku karker daketin kolanan û daxwaza kêmkirina demjimêrên kar kirin. Ev roj ji sala 1889’an ve ji bo bidestxistina mafên karkeran û başkirina şert û mercên kar tê pîrozkirin.

Şaredariya Gel a Reqayê di çarçoveya plansaziya sala 2025’an de, bi armanca pêşxistina binezazî û xizmetguzariyê, dest bi pêkanîna pakêteke projeyên xizmetguzariyê kir.

Bi diruşma " Bi banga aştî û civaka demokratîk em 1'ê Gulanê bi hev re pîroz bikin", xelkê bajarên Tirbespiyê, Til Hemîs, Qamişlo û Amûdê li daristana Bendava Mizgeftê ya gundewarê Tirbespiyê şahiyekê li dar dixe, her wiha li gundê Siwêdikê bi beşdariya xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê şahiyek tê lidarxistin, (11:00). Li bajarê Hesekê jî bi heman boneyê li parka 4‛ê Nîsanê bi beşdariya xelkê Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê pîrozbahiyek tê lidarxistin, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN