ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1 – 12 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1 – 12 – 2024
1 kanûn, 2024   02:00

Welatiyên ji kantona Reqayê diyar kir ku têkoşîna li dijî pergala îşkence û qirkirinê dê berdewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Şehîd Ronahî bi rûkeniya xwe di nava hevalên xwe de dihate naskirin û di kesayeta xwe de taybetmendiyên jineke têkoşer û parêzvana welat dihewandin.

Pêkhateyên kantona Cizîrê helwesta xelkê berxwedêr ê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir û got: "Rêxistinbûyîna li gorî pransîba şerê gel ê şoreşgerî têrê dike ku tevahî planên dijber têk bibe."

Li Helebê û gundewarên Idlibê yên Sûriyeyê tevgerên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde dibin, ev yek rewşên siyasî û herêmî yên tevlihev nîşan dide, bi taybetî jî Tirkiye ku bi van operasyonan hewl dide destkeftiyên siyasî bi dest bixe û peyaman bide Îsraîl, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê. Her wiha hewl dide li dijî Rêveberiya Xweser rastiyeke nû li herêmên bakurê Sûriyeyê ferz bike. Di vê rewşê de pirsek tê bîra mirov; çareya herî guncaw ji bo rûbirûbûna van kêşeyan û rêgirtina pêşiya dagirkirina axa Sûriyeyê çi ye?

Rojnameyên erebî êriş û rageşiya li Helebê bi têkçûna nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de girê da, her wiha çavdêran jî li ser derfeta pêkanîna agirbesta li Lubnanê axivî, li aliyekî din jî rojnameyan behsa helwesta Rûsyayê ji êrişên çeteyan li dijî Helebê kir.