Rojnameyên erebî yên hefteya borî girîngî da rewşa Helebê

Rojnameyên erebî êriş û rageşiya li Helebê bi têkçûna nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de girê da, her wiha çavdêran jî li ser derfeta pêkanîna agirbesta li Lubnanê axivî, li aliyekî din jî rojnameyan behsa helwesta Rûsyayê ji êrişên çeteyan li dijî Helebê kir.

Rojnameyên erebî yên hefteya borî girîngî da rewşa Helebê
1 kanûn, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa rageşiya li Helebê, rewşa Lubnanê û nakokiya di navbera Rûsya û rojava de kir.

ˈTIRKIYE BI RAGEŞIYA LI SER SÎNOR BERSIVA BÊXEMIYA ESED A LI HEMBERÎ BANGEWAZIYÊ NORMALÎZEKIRINÊ DIDEˈ

Rojnameya Ereb  ku navenda wê li Londonê ye, cih da şerê li gundewarên Heleb û Idlibê yê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê de .

Rojnameyê diyar kir ku li gorî çavdêran siyasî, Tirkiye  bi êrişên ji nişkvê yên li ser hêzên hikumeta Şamê peyamekê dide bêxemiya Esed a li hemberî bangewaziyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên normalîzekirina têkiliyan.

Rojnameyê diyar kir ku çeteyên Eneqere di pêkanîna van êrişan de pişta xwe dane van xalan; "yek Rûsya bi şerê li Ukraynayê ve mijul e, lew re wê bi awayekî têrker wekî berê nikaribe êrişan têk bibe. Ev jî hêzên Sûriyeyê tevlihev bike. Ya din jî hevalbendê duyemîn ên Şamê an ku Îranê û piştevanên wê di serî de Hizbullahê derbên giran ji Îsraîlê xwarine. Ev jî wê bihêle ku tevgerên wê li hemberî komên çekdar ên girêdayî Enqere lawaz û kêmbandor bin."

 ‘GELO LIHEVKIRINA AGIRBESTÊ DÊ LI BER XWE BIDE?’

Tora El Hura behsa lihevkirina agirbestê ya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de kir û cih da gefa serokwezîrê Îsraîlê Benjemîn Netanyahu ku heke Hizbullah "pabendî lihevkirinê nebe, dê bersiveke tund bide".

Torê cih da nirxandinên lêkolînera Peymangeha Lêkolînên Rojhilata Navîn a Washingtonê Henîn Xeddar ku dibêje firsend heye ku lihevkirin bidome. Her kes naxwaze şer bidome. Nemaze serokê Amerîka yê nû Donald Trump ku di 20`ê Çileyê de dest bi erka xwe bike û soz dabû şer rawestîne.

Li gorî Henînê 60 rojên agirbestê dê gelek hesas bin lê pirsgirêka bingehîn ne biserketina agirbestê ye, lê belê hêza Hizbullahê ye ku ruxmî lihevkirinê bikare careke din xwe bi çek bike. Henîn di heman demê de bal kişand ser ku Hizbullah soz dabû ku çekên xwe li başûrê çemê Lîtanî bi cih neke, lê dîsa jî ev nayê wateyê ku hêzên xwe li bakurê çem xurttir neke. Li her dera Lubnanê dikare moşekan biavêje.

Henîn di heman demê de metirsiyên xwe ji tunebûna "çavdêriya cidî" li ser sînorên Lubnan-Sûriyeyê anî ziman ku Îran dikare çek bi rêya Sûriyeyê ji Hizbullahê re bişîne û ev bi xwe di siberojê de dê li ser ewlehiyê xetere be.

 ˈÊRIŞA LI HELEB Û SARBÛNA HELWESTA RÛSYAYÊˈ

Tora El Hura jî li ser helwesta sar a Rûsya ya li der barê êrişa li ser Helebê de cih daye nirxandinên şîrovekarê siyasî yê rûsî Dîmîtrî Brega. Hate gotin, li gorî Breng, "sarbûna  helwesta Rûsya krîza siyasî ya li Sûriyê nîşan dide ku Moskov hewl dide bi rêbazên siyasî çareser bike."

Her wiha hate diyarkirin ku li gorî siyasetmedar  Ramî El Şair ê li Moskova dimîne, sarbûna Rûsyayê encamên nakokiyên di navbera Moskov û Şamê de ye. El Şair diyar kir ku  derengmayîna Şamê di bersivdana însiyatîfên çareserî û aramkirinê de sedema nakokiyên Rûsya û Şamê ne.