Iraqcî sibe berê xwe dide Şamê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, piştî gelek herêmên Sûriyeyê ketin bin kontrola çeteyan, sibe serdana Şamê dike û dûre jî Enqereyê.

Iraqcî sibe berê xwe dide Şamê
30 mijdar, 2024   23:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku wezîrê Karên Derve Ebas Iraqcî sibe serdana Şamê dike û dûre jî berê xwe dide Enqereyê ku pêşdeçûnên dawîn ên li herêmê nîqşa bike.

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya îro de got, "Dê yekşemê wezîrê karên derve berê xwe bide Şamê ku bi desthilatên Şamê re nîqaş bike û dûre jî berê xwe bide Enqereyê."

Wezaretê diyar kir ku dê Iraqê ji bo nîqaşkirina dozên herêmê û bi taybet pêşdeçûnên dawîn serdana gelek dewletên li herêmê bike.

(fr)