Xelatên Rojnamevaniya Jinan ên Gurbetellî Ersoz hatin dayîn

MGK‘ê 2‘yemîn Xelatên Rojnamevaniya Jinan ên Gurbetelli Ersoz bi merasîmeke li Amedê dan. Di merasîmê de bal kişandin ser têkoşîna heqîqetê ya ku ji aliyê rojnamevanên jin ve tê meşandin û berdewamkirina kevneşopiya Çapemeniya Azad.

Xelatên Rojnamevaniya Jinan ên Gurbetellî Ersoz hatin dayîn
8 cotmeh, 2026   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê merasîma 2‘yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz li dar xist. Malbatên Şehîdên Çapemeniya Azad, endam û rêveberê partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqîqyeke rêzgirtina ji bo şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kir. Piştre pêşangeha ku ji wêneyên Gurbetellî Ersoz û şehîdên çapemenuyê pêk tê hat vekirin.

 ‘EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA GURBETELLÎ DERKEVIN’

Piştre Seroka MKG’ê Roza Metîna axivî. Roza Metîna anî ziman ku yek ji armanca vê şevê ew e ku ew xwedî li mîrateya jinên mîna Gurbetellî Ersoz derkevin û got: “Em xwedî li mîrateya Evîn Buldan, li mîrateya Rosîda Mêrdîn, dîsa Nûjiyan Erhan, dîsa Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Cîhan Bîlgîn, Denîz Firat derdikevin. Em ê serî li hemberî zîhniyeta baviksalar netewînin. Tevî ku pêvajoya aşt û demokratîk dewam dike jî sansur û manîpulasyonên medyaya alîgir dewam dike. Di 9emîn salvegera damezrandina JINNEWS’ê de cara 9‘emîn hesabê wê yê Xê hat girtin. Ev jî peyamek li dijî Çapemeniya Azad e. Dîsa ajansên wekî Ajansa Welat, Ajansa Mezopotamyayê gelek caran hatin astengkirin. Wexta em lê dinêrin dibînin ku zext û zordestiyek li hemberî Çapemeniya Azad heye, lê belê em jî dibêjin bi van manîpulasyonan, bi van zext û zoradariyê ew ê nikaribin me bitirsînin. Di heman demê de jî 8ê cotmehê roja Rojnamegeriya Jinên Kurd e. Em ê vê rojê bi serbilindî pêşwazî bikin.‘‘

Dayika Gurbetellî Ersoz Fatma Ersoz piştî sînevîzyonê axivî û bilêv kir ku cihê şehîdan bihuşt be û wiha got: “Ez spasiya we hemûyan dikim û şehîda bi bîr tînim.” Malbata Gurbetellî Ersoz jî ji merasîmê re peyam şandin û wiha gotin: “29 sal in ku Gurbetellî Ersoz di nav me de nîne. Îro 8ê Cotmehê 2yemîn xelatên rojnamegerên jin tên dayîn. Ew rûmeta me ne. Gurbetellî tenê rojnamegerî nedikir, jiyana azad diparast. Îro di şexsê Gurbetellî de em hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr tînin.”

Yek ji hevala Gurbetellî Ersoz, Gultan Kişanak axivî û anî ziman ku Gurbetellî pêşengeke ku bi baweriyeke mezin li pey rastiyê diçû û got, “Wê ji aliyekî ve rojname amade dikir, ji aliyê din ve jî moraleke mezin û hêz dida hevalên xwe. Ez bawer dikim ku çapemeniya azad ji bo nivîsandina paşerojeke demokratîk û azad dê bixebite. Hemû hevalên me yên ku me winda kirine, di her nûçeya ku li ser rêya rastiyê tê çêkirin de dê bijîn. Ez her kesê ku dilê xwe daye vê rêyê pîroz dikim.”

Piştî axaftinan merasîma xelatdayînê dest pê kir. Xelata Yekemîn a Nûçeya bi Kurdî, ji bo nûçeya rojnameger Perêz Remezan a bi sernavê “Çîroka Aske Kerîm: Birîndarek zindî ya karesata Enfalê û hovîtiya li Nugre Selman” hat dayîn. Xelata Yekemîn a Nûçeya bi Tirkî, ji bo nûçeya Elif Akgul a ku di Inside Turkey de bi sernavê “Bi neh teksîdan mirin: Li Tirkiyeyê gihîştina çeka bêmolet” hatibû weşandin, hat dayîn. Xelata Taybet a Juriyê ya Nûçeya bi Tirkî jî ji bo nûçeya Gulistan Gulmuş û Derya Ren a ku di JINNEWS’ê de bi sernavê “Ji parêzvanê Serokkomar ê hat berdan ji jinê re gef” hatibû weşandin, hat dayîn. Xelata Yekemîn a Beşa Nûçeya Dîtbarî ji bo xebata bi navê “Hêviya Vegerê” hat dayîn ku ji aliyê rojnameger Sewsen Êlî û Meryem Reşo ve bi hev re hatibû amadekirin. Xelata Yekemîn a Beşa Wêne, ji bo berhema bi navê “Venamire” ya nûçegihana JINNEWS’ê Nûdem Mihemed hat dayîn. Xelata Taybet a Juriyê ya Beşa Wêne jî ji bo berhema bi navê “Qêrîna Bêdeng” a nûçegihana Ajansa Welat Sema Gezîcî hat dayîn.

Xelata Rûmetê dane berxwedêrên li Gimgim û Kanîreşê yên li dijî projeyên JES’ê cihên xwe yên jiyanê û paşeroja xwe diparêzin. Xelat ji aliyê Kûdret Eryilmaz a ji Dayikên Aşitiyê ve hat dayîn. Berxwedêrên li Gimgim û Kanîreşê yên li dijî projeyên JES’ê siruşt û paşeroja xwe diparêzin xelat wergirt. Berxwedêr bi pankarta “Bi konan re em berxwedana xwe berdewam dikin. Em rê nedin projeyên JES'ê” derketin ser dikê.

Merasîm bi kişandina weneyê komî bi dawî bû.