‘Di meha Îlonê de li Tirkiyeyê 28 jin hatin kuştin’

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, rapora xwe ya meha Îlonê weşand. Li gorî raporê di meha Îlonê de herî kêm 28 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û 19 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane.

‘Di meha Îlonê de li Tirkiyeyê 28 jin hatin kuştin’
7 cotmeh, 2026   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP), rêxistineke sivîl û mafên jinan e ku li Tirkiyeyê li dijî tundiya li ser jinan, kuştinên jinan û cudakariya zayendî têdikoşe rapora xwe ya meha îlonê weşand. 

Li gorî raporê di meha Îlonê de herî kêm 28 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û 19 jin bi guman mirin.

Li gorî raporê 5 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 3 jin ji aliyê mêrên pê re dijîn, 2 jin ji aliyê mêrên nas dikin, 2 jin ji aliyê bav, yek ji aliyê kurê xwe ve, yek ji aliyê birayê xwe ve, yek ji aliyê mêrê dev jê berdaye, yek ji aliyê mêrê berê pê re jiyaye, yek ji aliyê xizmê xwe ve, yek ji aliyê zavayê xwe ve hatiye qetilkirin. Nêzîkbûna gumanbarê 4 jinan jî nehat tespîtkirin.