ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-06-2024
7 hezîran, 2024   02:00

Ji beşdarên xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan Etiye Hacî diyar kir ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan wan rastiya aloziyên li Rojhilata Navîn û cîhanê û rêbazên çareseriyê nas kirine.

Koçberên Efrînê destnîşan kirin berxwedan û têkoşîna wan a li ser bingeha baweriya bi projeya neteweya demokratîk, dê heta serkeftinê berdewam bike.

Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi belavkirina mazota ji bo zivistanê kir. Tenê li Cizîrê wê li ser zêdetirî 425 hezar malbatan mazot bê belavkirin.

Siyasetmedareke muxalif a Sûriyeyî destnîşan kir ku hebûna siyasî ya Erebistana Siûdî li Sûriyeyê bi armanca rêgirtina li pêş yekalîbûnê û vegerandina giraniya Ereban bo krîza Sûriyeyê ye.