ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-08-2026
5 tebax, 2026   02:00

Saziya Zenûbya ji bo piştgirîkirin û pêşxistina jinan û beşên civakê yên bi hacet xebatek dest pê kiriye. Saziyê destnîşan kir wan ev gav ji ber pêwîstiya mafê jinan bi pêşxistinê, ev xebat wê ji bo misogerkirina jinan a ji bo edalet û wekheviyê li Sûriyeyê jî bê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Qamişloyê welatî bi rêya sîstema `Sham Cash` û li navenda nivîsgeha postexaneyê pereyên kevn diguherînin. Welatî ji vê sîstemê ne razî ne û daxwaz kir ku were guhertin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cotkarên Hesekê got hilberandin û sotemenî biha bûne û ji aliyên têkildar daxwaz kir bi wan re bibin alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêveberên PYD‘ê yên bajarê Til Temirê diyar kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê û temamkirina diyaloga siyasî gavek bingehîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Qamişlo ji nêzî 2 hefteyan ve bi pirsgirêka nebûna benzînê li benzînxaneyan re rû bi rû ye. Ev yek bû sedem ku tevgera veguhastinê raweste û hejmarek mezin ji ajokaran bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).