Keştiyeke Hindistanê li peravên Yemenê hat hedefkirin

Keştiyeke barhilgir a Hindistan li peravên Hudeydaya ya Yemenê hat hedefkirin û noqî avê bû. Tevahiya ekîba wê hat rizgarkirin. Hindistanê daxwaza parastina keştiyên bazirganî yên li Deryaya Sor kir.

Keştiyeke Hindistanê li peravên Yemenê hat hedefkirin
4 tebax, 2026   23:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Keştiya barhilgir a Hindistanê `MSV Faize Noree Oliya’ li peravên Hudeydayê li Deryaya Sor hat hedefkirin û noqî avê bû.

Parêzvanên peravê yên Yemenê tevahî endamên ekîbê ku 14 kes bûn rizgar kirin. Rayedarekî Yemenî diyar kir ku keştî li peravên Hudeydayê ji aliyê qeyikek tijî teqemenî ve hatiye hedefkirin. Rayedar da zanîn 13 endamên ekîbê yên Hindistanî û kesekî Yemenî hatin rizgarkirin.

Wezareta Karên Derve ya Hindistanê êriş şermezar kir û banga rawestandina êrişên li ser keştiyên bazirganî yên li Deryaya Sor kir.

(fr)