ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-03-2026
5 adar, 2026   02:00

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku berpirsyariya vê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikeve ser milê her kesî de û got “Gelê Kurd bi hevgirtin û yekitiyê dê bikare êrişan têk bibe.” BI WÊNE Û DÎMEN

Li Kobanê 2 malbatên di konan de dijîn, hemû şert û mercên koçberî û dorpêçkirinê tehemul dikin û li benda vegera birûmet a li Efrînê ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolînerê Misrî Ehmed El Enanî diyar kir ku Îran hemû amûrên xwe bi kar tîne da ku zextê li ser DYAˊyê û hevalbendên wê bike, vebijêrka guhertina rejîma Îranê dijwar û tevlihev e û pêdivî bi hewldanên dirêj û lêçûnek zêde heye.

Li bajarên Sûriyeyê yên ji hêla hikumeta demkî ve têne birêvebirin, dîsa dorên ji bo bidestxistina mazot û gazê tên dîtin. Wezareta Enerjiyê ya hikumeta demkî îdia dike ku li welêt kêmasiya sotemeniyê tune ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Jiyan Hesen anî ziman ku divê jin di avakirina civaka demokratîk de cihê xwe bigirin û bi qanûnî destkeftiyên wan ên şoreşa Rojava di destûrê Sûriyeyê de werin parastin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya çalakiyên 8ˊê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê de Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê saziyên saziyên sivîl dike, li bajarê Hesekê jî Kongra Star serdana Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Hêzên Parastina Civakî -Jin dike, her wiha Kongra Star û Yekitiyên Jinan Ciwan li bajarê Çilaxa serdana bendên ewlehiyê dike û li Parka Şehîdan a taxa Cûdî ya Qamişloyê çalakiyek tê lidarxistin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Saziya Kurdên Sînornenas bi armanca piştgiriya Kurdên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ku ji hêla rejîma Îranê ve rastî êrişên bêserûber tên li pêşiya Avahiya UNHCRˊê ya li bajarê Qamişloyê çalakiyeke protestoyî li dar dixe, 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Dêrikê bi boneya 8ˊê Adarê meşeke meşaleyî ji pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ve li dar dixe, her wiha ji Çerxerêya Efrîn a bajarê Qamişloyê meşeke meşaleyî jî ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ve tê lidarxistin, 19.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN