Aloziya herêmî bandorê li ser Kendav, Xezayê û Lubnanê dike

Medyaya Erebî, li ser zêdebûna nakokiya Amerîka-Îranê û bandorên wê li ser ewlehiya Kendavê, rêyên deryayî û Iraqê, her wiha erê berdewam ê Îsraîlê li ser Xezayê nivîsî.

Aloziya herêmî bandorê li ser Kendav, Xezayê û Lubnanê dike
3 cotmeh, 2026   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên medyayê yên Erebî, di nivîs û analîzên îro de, bandorên nakokiya Amerîka-Îranê li ser ewlehiya Kendav û herêmê û şerê Îsraîlê li ser Xezayê û bandora wê li ser welatên cîran nirxandin.

Di vê çarçoveyê de, rojnameya El Xelîc gotarek bi sernavê "Kendav: Ji Balansa Paşketinê Berbi Balansa Berjewendiyan" weşand, ku veguherînên ji hêla pêşketinên leşkerî ve li ser pergala ewlehiya herêmî hatine ferzkirin nirxand û bal kişad ser Tengava Hurmuz û Bab El Mandeb û têkiliya wan bi ewlehiya enerjî û deryayî re.

Gotarê diyar kir ku bûyerên sala 2026an "kêmasiyeke kûrtir di avahiya ewlehiya herêmî de eşkere kirine", ku nîşan dide ku herêmê amûrên hêz û astengkirinê kom kiriye bêyî ku ev hêz bibe bingeha aramiyê herêmê.

Li ser mijara Îsraîl-Filistînê, rojnameya El  Xelîc gotarek bi sernavê "Îsraîl û Çarenûsa Spartayê" weşand, ku tê de li ser girêdayîbûna Îsraîlê bi hêza leşkerî û şerên dubare nîqaş kir û vê yekê bi nîqaşa li dora siberoja modela ewlehî û siyasî ya Îsraîlê ve girêda.

Di gotarek din a bi sernavê "Siyaseta Destwerdana Gav bi Gav" de, rojnameyê behsa pêşketinên li Mizgefta El Eqsayê kir û bal kişad ser êrişên Îsraîlê û tedbîrên ku li Qudusê hatine ferzkirin.

Nivîskar diyar kir ku tiştê ku diqewime ji "ramanek serdanên takekesî" derbas bûye û bûye hewldanek ji bo ferzkirina rastiyek gav bi gav li ser erdê û hişyarî da ku ev pratîk dikarin bi demê re normal bibin.

Rojnameya Indipendet Arabia gotarek bi sernavê "Girêdayîbûna Hêzên Navneteweyî yên Mehkûmî Têkçûnê" weşand, tê de siberoja Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL) piştî biryara bidawîanîna mîsyona wê di dawiya vê salê de nirxand.

Gotarê bal kişand ser bandorên vekişîna navneteweyî, hişyarî da li ser valahiyek ku dikare li başûrê Lubnanê çêbibe ji ber ku kapasîteya artêşa Lubnanê ji bo bicihbûna tevahî sînordar e.

Her wiha rolên aborî û xizmetguzarî yên ku hêzên navneteweyî li herêmê dilîzin, destnîşan kir û tekez kir ku mîsyona wan ne tenê bi aliyên ewlehî û siyasî ve sînordar e.

(k)

ANHA