ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03- 09 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03- 09 – 2024
3 îlon, 2024   02:00

Koçberên Efrînê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tu carî dest ji têkoşînê bernadin.

Dayikên gerîlayên azadiyê berxwedana zarokên xwe ya li hemberî êrişên dagirkeriyê silav kir û got Kurd şerê hebûnê dikin, divê têkoşîn di hemû qadan de were mezinkirin.

Hanî El Xelef mîna bi hezaran şêniyên Helebê ji ber şer ji Helebê koçberî kantona Cizîrê bû, lê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Şêniyên bajarê Hecînê bi awayekî komînal kanal û cihokên avdanê yên kooperatîfên çandiniyê paqij û sererast dikin.

Tîma basketbolê ya Jinên Ciwan a Rayn a bajarê Dirbêsiyê hêvî dike ku di beşa werzîşê de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftinên mezin bi dest bixe.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Tebqayê bi diruşma ʹTêkoşîna me, şoreşa jinê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk eʹ li Navenda Çand û Hunerê ya kantonê konferansekê li dar dixe, saet 09:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Hesekê cenazeyê şervanên QSDʹê şehîd Ela Xelef Berîş li Goristana Şehîd Dijwar oxir dike, saet 18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)