Li Tirbespiyê kesê welatî dişelandin hat kuştin

Dewriyeke hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gundewarê bajarê Tirbespiyê bi ser şelîneran de girt, di encamê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Tirbespiyê kesê welatî dişelandin hat kuştin
2 îlon, 2024   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di navbera wan û kesên welatî dişelandin de pevçûnek derket, di encamê de şelînerek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Navendê diyar kir duh saet di 21:30'an de navenda Ebû Firi ya bajarê Tirbespiyê agahdariyek da ku li ser rêya di navbera gundên Xerab El Cehaş û Um Îzam de şelandin anku rêgirî çêbûye.

Li gorî navendê, dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser berê xwe da cihê bûyerê, dema gihaşt wir, dît ku du şelîner li ser motosiklêtê ne û dema ji wan ve nêz bûn, gule avêtin. Bi wê re hêzan bersiv da.

Her wiha navendê aşkera kir ku di encama pevçûnê de 2 endamên hêzan bi sivikî birîndar bûn, lê şelînerek hat kuştin û yek jî birîndar bû û revî.

Di encama pevçûnê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi birînên sivik birîndar bûn, çekdarek hat kuştin û yekî din dema ku direviya birîndar bû.

Navendê diyar kir ku hêzên wan nasnameya şelînerê hatiye kuştin nas kir. Niha lêpirsîn der barê şelînerê reviye de tê kirin ku wî bigirin û bidin edaletê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li tevahî şêniyan kir ku dema tevgereke neasayî bê dîtin yekser agahiyên bidin wan.

(mh)