ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-05-2024
2 gulan, 2024   02:00

Koçberên Efrîn û xelkê navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê diyar kir ku armanca wan a sereke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Hevserokê MSD'ê Mehmûd El Mislit destnîşan kir ku ew ji bo gavên pêş ên diyaloga Sûriyeyî – Sûriyeyî amadekariyê dikin û bi aliyên Sûriyeyî, herêmî û navneteweyî re têkiliyê dikin. El Mislit diyar kir ku ew ê têkiliyên xwe yên derve xurt bikin û nûnertiyên nû li dewletên Erebî û biyanî vekin, di serî de dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê.

Li gundê Eseliyê yê Minbicê fistiqên helebî ku ji salên 1960’î yên sedsala borî ve tên çandin, guhertineke mezin di aboriya gund de çêkiriye û ji gundên derdorê re bûye mînak.

Mudirê Navenda Serhildanê ya Siweydayê Murhef El Şair got hikumeta Şamê hewl dide saziyên xwe yên ewlehiyê û leşkerî vegerîne parêzgehê û sewqiyatan li herêmê bi cih dike.

Endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê - Meclisa Idlibê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker çeteyan li deverên dagirkirî ji nû ve rêxistin dike û çeteyên Cebhet El Nusra “şûrekî Tirkan e li ser serê şêniyan” û nifşekî terorîst li Idlibê digihînin.

Prof. Cewad El Beydanî destnîşan kir ku rewşa Iraqê rê nade pêkanîna projeya Rêya Geşepêdanê. Her wiha ku DYA jî dixwaze vê projeyê pêk bîne û rê nade Bexda beşdarî projeya rê ya Çînê bibe.

Bi diruşma ˊPêşketinên siyasî li qada Sûriyeyêˊ MSDˊê li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê panelekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên Hefteya Wêjeyê yên ji hêla Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin di roja 6ˊan û ya dawî de dewam dikin, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya Roja Rojnamegeriya Cîhanê YRA û Yekitiya Navneteweyî ya Rojnamegeriya Erebî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo şahiyekê li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi sernavê ˊBandorên malperên dezgehên civakî li ser jin, malbat û ciwananˊ li hola civînan a MSDˊê ya li beşa rohilat a taxa Şêxmeqsûdê atolyayekê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)