‘Armanca me têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ

Koçberên Efrîn û xelkê navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê diyar kir ku armanca wan a sereke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

‘Armanca me têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
‘Armanca me têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
‘Armanca me têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
‘Armanca me têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
‘Armanca me têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
‘Armanca me têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
‘Armanca me têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
2 gulan, 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 3 salan ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Di vê derbarê de koçberên ji Efrînê û xelkê navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê ji ajansa me re axivîn.

Hesûn Mihemed diyar kir ku bi milyonan îmze hatine komkirin, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tevahî gel li ser pêyan e.

Mihemed wiha anî ziman: “Destê hêzên navneteweyî di vê tecrîda li ser Rêber Apo de heye. Ji ber vê jî em bi tundî tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Her wiha bêndegiya rêxistinên mirovî jî dibe hevkarên wan di tecrîda li ser Rêber Apo de.”

Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Her wiha armanca me ya sereke azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.”

Ehlem Dede diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîda girankirinî dixwaze gel û Rêber Apo ji hev dûr bixwe û wiha got: “Tu carî dewleta Tirk nikare gel û Rêber Apo ji hev dûr bixwe, ji ber ku gel bi felsefeya Rêber Apo xwe mezin kiriye û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê dikoşe. Felsefeya Rêber Apo wek kanî dihereke û em ji vê felsefeyê fêrî jiyanê dibin. Heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger nebe em dest ji çalakiyên xwe bernadin.”

Her wiha Yesêr Henen jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ev 24 sal e di zindanê de ye û wiha got: “Ji 3 salan ve tu agahî, an jî hevdîtin bi Rêber Apo re pêk nehatine. Tirsa wan ji felsefeya Rêber Apo heye. Her wiha kilîta çareseriya Rojhilata Navîn li gel Rêber Apo ye. Tirsa hemû dewletan ji projeya biratiya gelan e. Lê em wek gelê Efrîn, Şehbayê û tevahî pêkhate, em ê projeya Rêber Apo biparêzin û em ê li ser felsefeya Rêber Apo xwe xurttir bikin.”

Welatiyê bi navê Yasir Mihemed jî axivî û got: "Êriş û siyasetên pergalên cîhanê û zextên wan li pêş têkoşîna me ya ber bi azadiyê ve nabin bend."

Her wiha Meryem Xidêr bal kişand ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku bi rêya fikrên Rêber Abdullah Ocalan jinan gelek destkeftî pêk anîn û got: "Îro jî dê jin ji bo pêkanîna azadiya Rêbertî tê bikoşin. Azadiya me bi azadiya Rêbertî temam dibe."

ANHA

şehba

Çil axa