Gundewarê Dêrazorê yê di bin kontrola hêzên Şamê de hat topbarankirin

Herêmên gundewarê rojhilatê Dêrazorê yên di bin kontrola hêzên Şamê de hatin topbarankirin. Agahî hene ku hêzên Amerîkayê ew herêm tobparan kirine.

Gundewarê Dêrazorê yê di bin kontrola hêzên Şamê de hat topbarankirin
31 cotmeh, 2024   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên herêmên gundewarê rojhilatê Dêrazorê yên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de da zanîn ku dengê teqînên xurt hat bihîstin û şewat li gelek deveran çêbû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Amerîkayê bi moşekan nuqteyên milîsên Îranê li nêzî balafirgeha Dêrazorê û gundê Hiwêce Seker û Merêiyê hedef girtin. Lê tu agahiyên ji bilî van nehatin parvekirin.

(mh/fr)