Li Xûta Şerqiyê endamekî Wezareta Parastinê hat kuştin

Êrişkaran bi 3 guleyên endamekî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li ser rêya Mensûra-Kefrîn ê Xûta Şerqiyê kuşt.

Li Xûta Şerqiyê endamekî Wezareta Parastinê hat kuştin
26 cotmeh, 2026   23:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya Mensûra-Kefrîn ê Xûta Şerqiye ya Rîf Şamê endamekî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bi temenê 24 salî û ji bajarokê Kefrîn e hat kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarên rûgirtî li ser motorsikltê siwar bûbûn 3 gule li endamekî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê barandin, kuştin û reviyan.

(f)