Artêşa Urdunê êrişî nuqteyên li başûrê Sûriyeyê kir

Artêşa Urdunê ragihand ku bi armanca bersivdana kuştina 2 Urduniyan di bûyera li Dêra Hemûd a Kirk de, êrişeke hewayî li dijî nuqteyên li başûrê Sûriyeyê pêk aniye.

Artêşa Urdunê êrişî nuqteyên li başûrê Sûriyeyê kir
26 cotmeh, 2026   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Urdunê ragihand ku êrişeke hewayî li dijî nuqteyên ku wê wesif kirine yên “rêxistinên terorîst in” li başûrê Sûriyeyê pêk aniye.

Hêzên Çekdar ên Urdunê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êriş, di çarçoveya bersivdana kuştina 2 Urduniyan di bûyera merasîma cenazeyekê li Dêra Hemûd a parêzgeha Kirkê ya îna borî de pêk hat.

Hêzan daxuyand ku balafirên şer ên Urdunê hejmarek nuqte wêran kirin, di encamê de yek ji wan rêxistinan hat kuştin û yek jî birîndar bûn û wesayîtên wan hatin rûxandin.

(f)