ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 18-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 18-04-2024
18 nîsan 2024   02:00

Şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê tecrîda domdar a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û qanûnên rêxistinên mirovî û hiqûqî bi “hibra li ser kaxizê” wesifandin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd got hevdîtin bi hikumeta Şamê re hene lê heta niha bi ser neketine. Evîn destnîşan kir ku ji bo parastina serdestî û yekitiya axa Sûriyeyê, çareseriyeke siyasî divê.

Nivîsgeha Çandiniyê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê dest bi belavkirina beşa duyemîn a mazota avdanê kir.

Li kantona Firatê bi temamkirina stasyon û şebekeyên avê re, pêdiviya gelek gund û taxan hat pêşwazîkirin.

Profesorê dîroka nûjen diyar kir ku armanc ji hedefgirtina balyozxaneya Îranê ya Şamê ew e ku Îran ber bi şer ve bê kişandin, da ku baskên wê bi hevkariya rojava bên qutkirin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqaayê bi boneya 19ˊemîn damezrandina KJKˊê li hola Mişwar şahiyekê li dar dixe, saet 10:30ˊan (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya ya kantona Minbicê li ser gorên şehîdên Minbicê gulan diçîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a Amûdê projeya Herêma  Pêşesaziyê dide destpêkirin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê navçeya Til Hemîsê li hola navenda çandê şehîd Ezîz Ereb bi bîr tîne, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Hesekê û navçeyên wê salvegera 19ˊemîn a damezrandina KJKˊê pîroz dike, her wiha li Dirbêsiyê bi beşdariya xelkê navçeyên Til Temir û Zirganê li Parka Şehîd Zevîn şahî tê lidarxistin, saet 16:00ˊan, li navçeya Holê jî bi beşdariya xelkê Şedadê, Deşîşa û Mergede şahî tê lidarxistin, saet 16:00ˊan, xelkê Hesekê li Parka Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Nasîre gulan diçîne, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişlo salvegera damezrandina 19ˊemîn a KJKˊê li Parka Azadî ya Qamişlo pîroz dike, saet 16:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçber û Dêrikê salvegera KJKˊê li Parka Dicle ya Dêrikê pîroz dike, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)