Wezîrê karên derve yê Sûdanê ji kar hat dûrxistin

Hemwextî derbasbûna salekê di ser şerê Sûdanê re, fermandarê artêşa Sûdanê El Burhan wezîrê karên derve ji kar dûr xist.

Wezîrê karên derve yê Sûdanê ji kar hat dûrxistin
17 nîsan 2024   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji tora El Arebiyê re da zanîn ku fermandarê artêşa Sûdanê û serokê meclisa serweriyê Ebdulfetah El Burhan wezîrê karên derve Elî El Sadiq ji kar dûr xist û li şûna wî nûnerê wezaretê Hisên El Ewed erkdar kir.

El Burhan hemwextî derbasbûna salekê di ser şerê li Sûdanê re ku di encamê de bi hezaran kuştî çêbûn, Sûdan gihand ber asta birçîbûnê, binesaziya wê wêran kir û bû sedema koçberbûna zêdetirî 8 mîlyon û 500 hezar kesî, ev biryar da.

(mh)