ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-11-2024

ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-11-2024
2 mijdar, 2024   02:00

Şêniyên kantona Minbicê got armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser gundewarên kantona Minbicê, koçberkirin û kuştina xelkê ye. Şêniyan tekez kir ku ew axa xwe bernadin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bozan Xelîl diyar kir ku bi hêz û vîna gel çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê têk çûn û anî ziman ku li her çar aliyên cîhanê ji bo Kobanê gel rabûn ser pêyan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Dêrikê û gundan şehîd Welat Qerecdax ê 23`yê Comtehê li kantona Efrîn û Şehbayê şehîd bûye, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik xoir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê ji bo bîranîna 78 şehîdên di dem û cihên cuda de di Tebax, Îlon û Cotmehê de şehîd bûne, li hola PYD`ê merasîmekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Bi boneya Roja Bidawîkirina Cezanekirina Sûcên li dijî Rojnavanan, YRA`yê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê daxuyaniyek dide û encamên Komîteya Lêgerînê ya têkildarî hedefgirtina rojnamevanan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera dike saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Sûriye ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, bi şêniyên gundê Hemze Beg ê herêma Koçerat a bajarê Dêrikê li nivîsgeha PYD`ê dicive saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA