Li çolistana Sûriyeyê di Cotmehê de nêzî 40 kes hatine kuştin

Di êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên meha Cotmehê de, li deverên cuda yên çolistana Sûriyeyê nêzî 40 kes, ji leşkerên hêzên hikumeta Şamê û sivîlan hatin kuştin.

Li çolistana Sûriyeyê di Cotmehê de nêzî 40 kes hatine kuştin
1 mijdar, 2024   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyeyê bi taybetî yên li dijî noqteyên hêzên hikumeta Şamê zêde dibin. Di encamê de kuştî û birîndar çêdibin.

Di meha Cotmehê de rêjeya êrişan zêde bûye, piranî li çolistana Dêrazor, Reqa, Hims û Hemayê bûn. Hemwextî wê hêzên Rûsyayê bi êrişên hewayî hewl dide van êrişan têk bibe. Lê dîsa jî çeteyên DAIŞ'ê êrişên xwe yên li dijî hêzên hikumeta Şamê û hêzên girêdayî wan didomînin bê ku tu encam ji hewldanên têkbirina wan werin bidestxistin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê 12 êriş li deverên cuda yên çolistana Sûriyeyê pêk anîn. Di wan êrişan de 23 leşker û 1 sivîl hatine kuştin û 15 leşker jî birîndar bûne.

(mh/şx)