‘Hêz û vîna gelê Kobanê û piştgiriya navneteweyî çete têk birin’

Bozan Xelîl diyar kir ku bi hêz û vîna gel çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê têk çûn û anî ziman ku li her çar aliyên cîhanê ji bo Kobanê gel rabûn ser pêyan.

‘Hêz û vîna gelê Kobanê û piştgiriya navneteweyî çete têk birin’
‘Hêz û vîna gelê Kobanê û piştgiriya navneteweyî çete têk birin’
‘Hêz û vîna gelê Kobanê û piştgiriya navneteweyî çete têk birin’
‘Hêz û vîna gelê Kobanê û piştgiriya navneteweyî çete têk birin’
2 mijdar, 2024   03:40
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Berxwedana YPG û YPJ’ê ya li Kobanê bû sedem ku bala cîhanê bikeve ser Kobanê. Di demeke kurt de piraniya dezgehên ragihandinê yên cîhanê ew berxwedan kir rojeva xwe. Ev bajarê biçûk bû sembola berxwedanê û 1’ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin.

Têkildarî 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Firatê Bozan Xelîl ji ajansa me re axivî.

‘LI KOBANÊ BERXWEDANEKE DÎROKÎ PÊK HAT’

Bozan Xelîl bi bîr xist ku rayedarên dewleta Tirk a dagirker û Erdogan derdiketin û digotin "Kobanê hat ket ha dikeve" lê bi sekna gelê Kobanê û bi sekna şervanên azadiyê, biryara ku “wê Kobanê tu carî nekeve” hat dayîn.

Bozan Xelîl got ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê Rêber Abdullah Ocalan cara ewilî derbasî Kobanê bûbû, êriş birin ser Kobanê û wiha dewam kir: “Ji bo wê çeteyan xwest ewil jî Kobanê dagir bikin. Armanca wan ne tenê ew bû, berovajî wê, xwestek tunekirina gelê Kurd bû. Ew berxwedana ku hatiye kirin jî ne hêsan bû. Çavkaniyek li dû wê hebû, ew çavkanî jî ji “Berxwedan jiyan e” û berxwedana Amedê tê."

Xelîl got: “Li Rojhilata Navîn aloziyek diqewimî û di nava Kobanê de jî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dest pê kir. Ew hêza tundraw jî xwest neteweya Kurd dîsa di Kobanê de tune bikin.”

`HÎNA ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ BERDEWAM IN`

Bozan Xelîl di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Di vê roja berxwedana Kobanê de û ta niha êriş li ser gelê me dewam dikin, hîna qetilkirin, wêrankirin, dorpêçkirin didomin. Dewleta Tirk heta niha xeta DAIŞ`ê didomîne. Dewleta Tirk a dagirker bi sedan navend û destkeftiyên gelê Rojava kirin hedef. Dewleta Tirk û hevalbendên wî naxwazin aramî û ewlehî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were. Lewma êrişên xwe yên dagirkeriyê didomîne.”

‘DIVÊ GELÊ ME LI HEMBER VAN ÊRIŞAN XWEDÎ HELWEST BE’

Bozan Xelîl di dawiyê de got ew çendî êriş bikin jî hêza wan xurt e û gel li ber xwe bide û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê em gelê xwe li hemberî her cure êrişan bi tedbîr bikin. Divê em êdî li dijî her êrişê li ber xwe bidin. Kobanê dê her di dîrokê de bimîne û dê her bi berxwedana xwe bê naskirin.”

ANHA