Rêzetedbîrên ji bo beşa çandiniyê

Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzetedbîrên ji bo piştgiriya cotkaran di mewsima havînê de ragihandin.

Rêzetedbîrên ji bo beşa çandiniyê
5 nîsan, 2025   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteya Çandiniyê, bi armanca geşkirina hilberîna xwecihî û alîkarîdayîna cotkaran digele rewşên avhewa û aboriyê, Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzetedbîrên ji bo destekdayîna cotkrana di mewsîma çandiniya havînê ya sala 2024-2025’an de ragihandin. 

Li gorî nivîsgehê piştgiriya dane cotkaran wiha ne:

1- Bi rêya dabînkirina mazotê bi bihayeke guncaw û dayîna semadê, teşwqîkirina çandina sebzeyên havînê.

2- Piştgiriya çandina pembo bi rêya dayîna mazotê bi bihayeke guncaw, her wiha dayîna tovên baş û semad.

Komîteyê bang li tevahî cotkarên dixwazin pembo yan jî sebzeyên havînê biçînin kir ku serî li komîteyên herêmên xwe bidin ku rûberên dixwazin biçînin tesbît bikin û sûdê ji madeyên werin dayîn wergirin.

(fr)