Li Tebqayê 2 diz hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li bajarê Mensûra yê rojavayê Tebqayê 2 diz hatin girtin.

Li Tebqayê 2 diz hatin girtin
5 nîsan, 2025   21:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku xwediyên dikanên telefonan ên li bajarê Mesnûra yê rojavayê Tebqayê gilî kir ku rastî diziyê hatine. Li gorî wê, hêzan dest bi komkirina agahiyan kirin û tevgerên biguman li bajar şopandin. Di encamê de nasnameya tohmetbar hat diyarkirin.

Piştî hat piştrastkirin ku destên wan di diziyê de heye, hêzan bi ser wan de girt û di encamê de 2 diz hatin girtin, 3 telefonên hatine dizîn hatin desteserkirin, pereyên hatine dizîn hatin vegerandin.

Hêzan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dizan li xwe mikur hat ku wan gelek kiryarên diziyê yên dikanên bazirganiyên li herêmê jî kirine. Hêzan piştre ew ji dozgeriya giştî re rakir ku tedbîrên qanûnî li hember wan pêk bînin.

(fr)

ANHA